Wan ji mîtînga dawîn re amade ye

Partiya Çepên Kesk, wê mîtînga xwe ya dawîn li Wanê li dar bixe. Banga tevlêbûyînê li gel hat kirin.

Rêxistinên bajêr ên Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) û Partiya Çepên Kesk ên Wanê, amadekariya xwe ya ji bo mîtînga ku wê 13’ê Gulanê li Qada Beşyolê bê lidarxistin, temam kir. Mîtîng, Şemiyê, saet di 13.00’an de ye. Wê Hevseroka Giştî ya HDP’ê Pervîn Bûldan bibe beşdar.

Hevşaredarê Wanê Mûstafa Avci qeyûm li şûna wî hat erkdarkirin, Hevseroka Giştî ya HDP’ê ya Wanê Handan Karakoyûn û Berdevkê Partiya Çepên Kesk ê Wanê Veysî Dîlekçî, daxuyanî da ANF’ê û xelkê Wanê vexwend mîtîngê û bang kir ku bila her kes roja hilbijartinê biçe dengê xwe bide.

 ‘WÊ BANDORA MÎTÎNGA WANÊ LI BAJARÊN DERDORÊ BIBE’

Mûstafa Avci got ku mîtînga sibehê gelek giring e û wiha axivî: ‘’Li Wanê partiya yekemîn em in. Gelê me sibehê divê qadê tije bike. Bandora mîtînga Wanê wê li bajarên derdorê bibe.’’

 ‘WERIN EM PERGALÊ BIGUHÊRIN’

Hevseroka HDP’ê ya Wanê Handan Karakoyûn jî wiha got: ‘’Em ê bang li gelê xwe bikin ku dengê xwe bidin û li sindoqan bibin xwedî. Rêzdar Pervîn Bûldan wê tev li mîtîngê bibe. Mîtîng, li Qada Beşyolê ye. Me hemû amadekariya xwe kiriye. Werin em bi hev re vê pergalê biguhêrin.’’

 ‘BILA HEMÛ XELKÊ WANÊ WERE MÎTÎNGÊ’

Berdevkê Partiya Çepên Kesk ê Wanê Veysî Dîlekçî jî wiha bang li xelkê Wanê kir: ‘’Bila gelê me bê mîtînga me ya dawîn. Em ê hemû li wir bên ba hev, dengê xwe ji faşîzm, nehiqûqî, bêedaletî û kirinên demokratîk re bikin. Em ê bi dîsîplîneke rêxistinkirî li hev bicivin û belav bibin. Gelê me divê biçe ser sindoqan û dengê xwe bide. Dengek jî pir giring e. Ev hilbijartin, hilbijartina gelê me ye, em li dengên xwe bibin xwedî.’’